Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca reqemên dawî ragihand. Li welêt hejmara kesên ku ji nexweşiya koronayê jiyana xwe ji dest dane bû 37 û hejmara nexweşan jî bû 1529.
Wezîrê Tendirustiyê Koca: "Di 24 saetên dawîn de 3 hezar û 672 test hatin encamdan. 293 teşxîsên nû hatin kirin. Mixabin 7 kesên din mirin."
Wezîrê Tendirustiyê Koca: "Hişyariyek bo ciwanan, hûn li derveyî şewbê nîn in. Jiyana xwe giran bikin. Nekevin rîskê. Rîskê neguhêzin malên xwe."