"Li Turkiyeyê nexweşên di wan da koronavîrus hatibe tesbîtkirin tunene"

"Heta niha 11 hezar rêwî hatine raçavkirin û di rêwiyan da tiştek nehatiye tesbîtkirin"

"Li Turkiyeyê nexweşên di wan da koronavîrus hatibe tesbîtkirin tunene"

Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca destnîşan kir ku heta niha li bajarên cuda ji 68 kesan ninûme hatine hildan û di encama analîzan da li Turkiyeyê tu koronavîrus nehatiye tesbîtkirin. 

Koca ji ber şewba koronavîrus a ku ji Vuhana bajarê Çînê derket û belavî dinyayê bû li Wezaretê civîna çapemeniyê li dar xist û got ku ji roja ewil vir va ew awayek cidî li ser mijarê disekinin.

Wezîrê Tenduristiyê Koca destnîşan kir ku ew ji navenda kordînasyona nexweşiyên şewbê hemû geşedanên li çar aliyê dinyayê dişopînin û wiha pê da çû: "Heta 31ê Rêbendanê saet 09.30yan li tevahiya dinyayê li 23 welatî di 9 hezar û 810 kesan da koronavîrus hatiye tesbîtkirin û jê ji sedî 99 li Çînê ye. Dîsa bi tevahî li Çînê 213 kes bi vê nexweşiyê mirin û 187 kes jî piştî dermankirinê hatin taburcukirin. Piraniya kesên ji ber nexweşiyê mirin ew kesên bi wan ra nexweşiyên kronîk heye û emrê wan ji 65an zêdetir e."

Di mijara tewdîrên hatine hildan û kar û xebatên didomin da jî Koca got: "Em rêwiyên ji Çînê tên gava ji balafirê peya dibin bi kamerayên termal dişopînin. Heta niha 11 hezar rêwî hatine raçavkirin û di rêwiyan da tiştek nehatiye tesbîtkirin."

Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca ragihand ku li Turkiyeyê nexweşên di wan da koronavîrus hatibe tesbîtkirin tunene.

Koca destnîşan kir heta niha li bajarên cuda ji 68 kesan ninûme hatine hildan û di encama analîzan da tu vîrus nehatiye tesbîtkirin.

Koca ragihand plan dikin ku balafira ji bona welatiyên Turkiyeyê yên li Vuhanê dijîn bîne tê şandin di nav çend saetan da ber bi Çînê va hereket bike û wiha domand: "Li Vuhanê 34 jê welatiyên Tirk, 7 jê Azerî, 7 jê Gurcî û yek jî Ernawid piştî konrolê wê li balafirê bên siwarkirin. Keştiyên rêwiyan yên ji bendergehên Çînê tên Turkiyeyê tunene. Dibe ku keştiyên bar hebin û ew jî tên şopandin."

Wezîrê Tenduristiyê Koca destnîşan kir encamên du kesên ku li Edeneyê hildabûn bin çavdêriyê negatîf derketin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE