Li Turkiyeyê pêvajoya hilbijartinên herêmî

Turkiye dê di 31ê adara 2019an da ji bo hilbijartina herêmî here ser sandiqê.

Li Turkiyeyê pêvajoya hilbijartinên herêmî

Turkiyeya ku hilbijartina xwe ya herêmî ya ewil di sala 1930yî da kiribû piştî kampanyayeke wekî merasima demokrasiyê derbas bû di 31ê adara 2019an da ji bo hilbijartina îdareyên herêmî ya 19an dîçe ser sandiqê.

Li gor agahiyên nûçegihanê AAyê berhev kir, Turkiyeyê hilbijartina xwe ya herêmî ya ewil di 12ê tebaxa sala 1930yî da kir. Paşê di salên 1934, 1938, 1942, 1946, 1950, 1955, 1963, 1968, 1973, 1977, 1984, 1989, 1994, 1999, 2004, 2009, 2014an da 17 caran hilbijartin hatin kirin.

Turkiye dê di 31ê adara 2019an da ji bo hilbijartina herêmî here ser sandiqê.

Li Turkiyeyê di 24ê hezîrana 2018an da Hilbijartina Giştî ya Heyama 27an a Parlamenteriyê û Serokomariyê hat kirin. Piştî sîstema teze ev cara ewil e hilbijartineke herêmî tê kirin.

12 partiyên siyasî û namzedên serbixwe li 30 bajarên mezin, 51 bajar, 519 navçeyên bajarên mezin, 403 navçe û 386 bajarokan bi tevahî li hezar û 389 navendan namzed nîşan dan ku şaredariyan bi dest bixin.

Wekî mayîn hilbijêr ew ê di 31ê adara 2019an da li 32 hezar û 46 tax û 18 hezar û 190 gundî bi tevahî 50 hezar û 236 mixtaran hilbijêrin.

Roja yekşemê hilbijêrê endamên 23 hezar û 44 meclisên şaredariyan, hezar û 277 meclisên giştî, 128 hezar û 172 heyetên îxtiyaran, 73 hezar û 506 meclisên îxtiyaran hilbijêrin.

Ji bo şaredarî, endamtiya meclisa giştî ya bajêr, mixtarî, heyetên îxtiyaran bi tevahî 277 hezar û 624 kes ew ê roja yekşemê werin hilbijartin.

Dema hemû partiyan bidin ber çavên xwe ji milyonekî zêdetir namzed ew ê kelecaniya hilbijartinê bijîn.

Kampanyayên ji bo Hilbijartina Giştî ya Heyama 27an a Parlamenteriyê 2 meh beriya vê dest pê kirin. Di pevajoyê da bi sedhezaran zêdetir mirov li qadan kom bûn û beşdarî mitîngên partiyên xwe bûn.

AK Partiyê di vê çarçoveyê da "kampanyayeke ekolojîk" da destpêkirin û afîş, broşur û materyalên din li qadan zêde cî negirt. 

Gelek partiyan piştî ku poşet bipere bûn, amblem û weneyên xwe li ser torbeyên pîne çap kir û li qadan li welatiyan belav kirin. 

Pêşbaziya hilbijartinê ya demokratîk

Gelek partiyan navendên kordînasyona hilbijartinê ên partiyên xwe li rexê hevdu vekirin. Ev jî ji bo pêşbaziya demokratîk bû derfet. 

Di vê hilbijartinê de propagandaya herî mezin li ser medyaya civakî hat kirin. 

Gelek namzedan vîdeoyên xwe yên propagandayê li ser medyaya civakî belav kirin. Hin namzed jî li ser medyaya civakî beşdarî bernameyên zindî bûn. 

Dîroka nûkirinê: 30 Adar 2019, 13:56
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE