"Li Türkiyeyê pêwistî bi makezagoneke ku herkes bibêje 'belê ev ya min e' heye"

Wezîr Gul wek axaftvan di Konferansa Serdestiya Hiqûq û Reforma Darazê da ku Şaxa Stenbolê ya Yekîtiya Parlementerên Tirkorganîze kir da, cî girt.

"Li Türkiyeyê pêwistî bi makezagoneke ku herkes bibêje 'belê ev ya min e' heye"

Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul diyar kir ku pêwîstiya Tirkiyeyê bi makezagoneke sivîl û demokratîk heye û lazime dawî li makezagona ji heyama derbeyê maye, bê anîn.

Wezîr Gul wek axaftvan di Konferansa Serdestiya Hiqûq û Reforma Darazê da ku Şaxa Stenbolê ya Yekîtiya Parlementerên Tirkorganîze kir da, cî girt.

Gul destnîşan kir ku wekîltiya gel û ji bo gel xizmet kirin û li emanetê miletê awayek serbilindî xwedî derketin rûmeteke mezin e. Di berdewamiya axaftina xwe da Gul destnîşan kir ku ji bo destketiyên demokratîk ên Tirkiyeyê hewcedarî bi makezagoneke nû heye û divê ew maf bi makezagona nû bên parastin.

Gul axaftina xwe wiha domand: "Li Tirkiyeyê hewcedarî bi makezagoneke ku herkes bikaribe bibêje 'belê ev makezagona min e' heye. Ez wisa bawer dikim di vê heyama ku welatê me ber bi sedsala xwe va ber bi 2023an va diçe da êdî dawî li makezagona heyama derbeyê bîne. Diyare ku hewcedariya Tirkiyeyê bi makezagoneke sivîl û demokratîk heye. Ez xwedî wê baweriyê me ku parlementoya me dikare vê yekê hel bike. Spartekeke ku miletê me daye siyasetê heye. Siyaseta Tirk jî demokrasiya wê jî êdî hatiye wê merheleyê û xwedî wê qewetê ye."

"Meriv û dewlet bi edaletê li ser pê dimînin"

Wezîr Gul bi bîr xist ku ji roja mirov hatine ser rûyê dinyê heya îro di navbera heq û bêbiniyê da têkoşîn dewam dike û her tim bicîhatina edaletê zêdetir bal kişandiye.

Gul got ku bingeha dewletan li ser edaletê hatiye danîn û wiha pê da çû: "Heke edalet hebe û di rewacê da be, bingehên dewletê zexmin. Meriv û dewlet bi edaletê li ser pê dimînin. Ji bo meriv bêhndayîn çibe edalet jî ew e."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE