Wezîrê Tenduristiyê Koca: "Mutasyon her diçe zêde dibe. Li Türkiyeyê rêjeya mutasyonê niha gihîştiye ji sedî 75an."
"Ji ber ku mutant her diçe zêde dibe, ji ber ku ev bi giranî varyanta Îngiliz e û zûtir derbas dibe, di vê heyamê da divê em ji ciyên girtî, ji ciyên qerebalix û bi taybetî jî ji temasa nêzîk dûr bisekinin."
"Îhtimaleke mezin di nav çend rojan da wê aşîkirina Bîontec-Pfîzerê dest pê bike. Amadehiyên ji bona lojîstîkê temam bûne."
"Niha li Türkiyeyê mîqtara aşiya Bîontec-Pfîzerê ya hatiye 2,8 milyon e. Di nav hefteyek yan jî 10 rojan da wê 4,5 milyon temam bibe."
"Terawîh wê serbest bin. Bi hildana tevdîran û bi hesasiyet wê bên kirin."
"(Aşî) Gava dor were û hin kes bibêjin, 'Ez naxwazin aşiya Bîontecê li min bixin', wê bikarin aşiyeke din, aşiya Sînovacê bibin. Loma jî yên dora wan were heqê wan heye li xwe nexin."
AA