Li Türkiyeyê Tabloya Rojane ya Koronavîrusê

Li Türkiyeyê testa Kovîd-19ê ya 55 hezar û 802 kesan pozîtîf derket, 318 kes mirin

Li Türkiyeyê Tabloya Rojane ya Koronavîrusê

Li Türkiyeyê di 24 saetên dawîn de 301 hezar û 243 testên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatin kirin, 55 hezar û 802 kes pozîtîf derketin, hejmara pêketiyan gihişt 4 milyon û 268 hezar 447an. 

Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Türkiyeyê , li ser navnîşana "covid19.saglik.gov.tr"ê hat parvekirin.

Li gorî daneyên rojane îro 301 hezar û 243 test hatin kirin, testa 55 hezar û 802 kesan pozîtîf derket û hejmara testan bi giştî bû 43 milyon û 768 hezar û 759.

Îro 318 kesan canê xwe ji dest da û hejmara miriyên ji ber Kovîd-19ê bû 35 hezar û 929.

Nexweşên giran bûn 3 hezar û 275, 43 hezar û 856 kes dermankirin/karantînaya wan qediya, hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê bû 3 milyon 687 hezar û 590.

Li gorî daneyên heftane, vê hefteyê rêjeya zaturreyê di nexweşan de ji sedî 3,3 ye. Rêjeya tijebûna qeryoleyan ji sedî 56,7 e. Rêjeya tijebûna beşa nexweşiya giran ji sedî 68,8 e. Rêjeya tijebûna ventîlatorê ji sedî 34,9 e. Têkra dema tesbîta temasdaran 9 saet, rêjeya filyasyonê jî ji sedî weke 99,9 hat tomarkirin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE