Li Türkiyeyê Tabloya Rojane ya Koronavîrusê

Li Türkiyeyê testa Kovîd-19ê ya 61 hezar û 28 kesan pozîtîf derket, 346 kes mirin

Li Türkiyeyê Tabloya Rojane ya Koronavîrusê

Li Türkiyeyê di 24 saetên dawîn de 318 hezar û 839 testên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatin kirin, 61 hezar û 967 kes pozîtîf derketin, 362 kesan canê xwe ji dest da.

Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Türkiyeyê, li ser navnîşana "covid19.saglik.gov.tr"ê hat parvekirin.

Li gorî daneyên rojane îro 318 hezar û 839 test hatin kirin, testa 61 hezar û 967 kesan pozîtîf derket, 362 kesan canê xwe ji dest da, hejmara nexweşan bû 2 hezar û 932.

Di 24 saetnên dawîn de 52 hezar û 213 kes dermankirin/karantînaya wan qediya, hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê bû 3 milyon 844 hezar û 342.

Hejmara testan gihişt 44 milyon û 728 hezar û 595an, hejmara pêketiyan bû 4 milyon û 446 hezar û 591, hejmara miriyan bû 36 hezar û 975, hejmara nexweşên giran bû 3 hezar û 398.

Li gorî daneyên heftane, vê hefteyê rêjeya zaturreyê di nexweşan de ji sedî 2,9 e. Rêjeya tijebûna qeryoleyan ji sedî 56,3 ye. Rêjeya tijebûna beşa nexweşiya giran ji sedî 69,1 e. Rêjeya tijebûna ventîlatorê ji sedî 35,7 e. Têkra dema tesbîta temasdaran 9 saet, rêjeya filyasyonê jî ji sedî weke 99,9 hat tomarkirin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE