Li Türkiyeyê Tabloya Rojane ya Koronavîrusê

Li Türkiyeyê testa Kovîd-19ê ya 54 hezar û 791 kesan pozîtîf derket, 354 kes mirin

Li Türkiyeyê Tabloya Rojane ya Koronavîrusê

Li Türkiyeyê di 24 saetên dawîn de 312 hezar û 109 testên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatin kirin, 54 hezar û 791 kes pozîtîf derketin, 354 kesan canê xwe ji dest da.

Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Türkiyeyê , li ser navnîşana "covid19.saglik.gov.tr"ê hat parvekirin.

Li gorî daneyên rojane îro 312hezar û 109 test hatin kirin, testa 54 hezar û 791 kesan pozîtîf derket, 354 kesan canê xwe ji dest da, hejmara nexweşan bû 3 hezar û 128.

Di 24 saetnên dawîn de 65 hezar û 593 kes dermankirin/karantînaya wan qediya, hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê bû 3 milyon 909 hezar û 935.

Hejmara testan gihişt 45 milyon û 40 hezar û 704an, hejmara pêketiyan bû 4 milyon û 501 hezar û 382, hejmara miriyan bû 37 hezar û 329, hejmara nexweşên giran bû 3 hezar û 463.

Li gorî daneyên heftane, vê hefteyê rêjeya zaturreyê di nexweşan de ji sedî 2,9 e. Rêjeya tijebûna qeryoleyan ji sedî 56,3 ye. Rêjeya tijebûna beşa nexweşiya giran ji sedî 69,1 e. Rêjeya tijebûna ventîlatorê ji sedî 35,7 e. Têkra dema tesbîta temasdaran 9 saet, rêjeya filyasyonê jî ji sedî weke 99,9 hat tomarkirin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE