Li Türkiyeyê Tabloya Rojane ya Koronavîrusê

Li Türkiyeyê testa Kovîd-19ê ya 25 hezar û 980 kesan pozîtîf derket, 340 kes mirin

Li Türkiyeyê Tabloya Rojane ya Koronavîrusê

Li Türkiyeyê di 24 saetên dawîn de 240 hezar û 145 testên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatin kirin, 25 hezar û 980 kes pozîtîf derketin, 340 kesan canê xwe ji dest da.

Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Türkiyeyê, li ser navnîşana "covid19.saglik.gov.tr"ê hat parvekirin.

Li gorî daneyên rojane îro 240 hezar û 145 test hatin kirin, testa 25 hezar û 980 kesan pozîtîf derket, 340 kesan canê xwe ji dest da, hejmara nexweşan bû 2 hezar û 587.

Di 24 saetnên dawîn de 75 hezar û 182 kes dermankirin/karantînaya wan qediya, hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê bû 4 milyon 480 hezar û 381.

Hejmara testan gihişt 47 milyon û 744 hezar û 338an, hejmara pêketiyan bû 4 milyon û 875 hezar û 388, hejmara miriyan bû 40 hezar û 844, hejmara nexweşên giran bû 3 hezar û 532.

Li gorî daneyên heftane, vê hefteyê rêjeya zaturreyê di nexweşan de ji sedî 2,4 e. Rêjeya tijebûna qeryoleyan ji sedî 57, e. Rêjeya tijebûna beşa nexweşiya giran ji sedî 71,6 e. Rêjeya tijebûna ventîlatorê ji sedî 35,2 ye. Têkra dema tesbîta temasdaran 9,1 saet, rêjeya filyasyonê jî ji sedî weke 99,9 hat tomarkirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE