Li Türkiyeyê Tabloya Rojane ya Koronavîrusê

Li Türkiyeyê testa Kovîd-19ê ya 24 hezar û 733 kesan pozîtîf derket, 347 kes mirin

Li Türkiyeyê Tabloya Rojane ya Koronavîrusê

 Li Türkiyeyê di 24 saetên dawîn de 243 hezar û 648 testên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatin kirin, 24 hezar û 733 kes pozîtîf derketin, 347 kesan canê xwe ji dest da.

Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Türkiyeyê, li ser navnîşana "covid19.saglik.gov.tr"ê hat parvekirin.

Li gorî daneyên rojane îro 243 hezar û 648 test hatin kirin, testa 25 hezar û 980 kesan pozîtîf derket, 347 kesan canê xwe ji dest da, hejmara nexweşan bû 2 hezar û 501.

Di 24 saetnên dawîn de 35 hezar û 438 kes dermankirin/karantînaya wan qediya, hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê bû 4 milyon 515 hezar û 819.

Hejmara testan gihişt 47 milyon û 987 hezar û 986an, hejmara pêketiyan bû 4 milyon û 900 hezar û 121, hejmara miriyan bû 41 hezar û 191, hejmara nexweşên giran bû 3 hezar û 438.

Li gorî daneyên heftane, vê hefteyê rêjeya zaturreyê di nexweşan de ji sedî 3,2 ye. Rêjeya tijebûna qeryoleyan ji sedî 53,1 e. Rêjeya tijebûna beşa nexweşiya giran ji sedî 68,8 e. Rêjeya tijebûna ventîlatorê ji sedî 33,8 e. Têkra dema tesbîta temasdaran 8 saet, rêjeya filyasyonê jî ji sedî weke 99,9 hat tomarkirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE