Li Türkiyeyê Tabloya Rojane ya Koronavîrusê

Li Türkiyeyê testa Kovîd-19ê ya 26 hezar û 476 kesan pozîtîf derket, 356 kes mirin

Li Türkiyeyê Tabloya Rojane ya Koronavîrusê

Li Türkiyeyê di 24 saetên dawîn de 229 hezar û 491 testên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatin kirin, 26 hezar û 476 kes pozîtîf derketin, 356 kesan canê xwe ji dest da.

Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Türkiyeyê , li ser navnîşana "covid19.saglik.gov.tr"ê hat parvekirin.

Li gorî daneyên rojane îro 229 hezar û 491 test hatin kirin, testa 26 hezar û 476 kesan pozîtîf derket, 356 kesan canê xwe ji dest da, hejmara nexweşan bû 2 hezar û 414.

Di 24 saetên dawîn de 35 hezar û 464 kes dermankirin/karantînaya wan qediya, hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê bû 4 milyon 589 hezar û 501.

Hejmara testan gihişt 48 milyon û 459 hezar û 224an, hejmara pêketiyan bû 4 milyon û 955 hezar û 594, hejmara miriyan bû 41 hezar û 883, hejmara nexweşên giran bû 3 hezar û 418.

Li gorî daneyên heftane, vê hefteyê rêjeya zaturreyê di nexweşan de ji sedî 3,2 ye. Rêjeya tijebûna qeryoleyan ji sedî 53,1 e. Rêjeya tijebûna beşa nexweşiya giran ji sedî 68,8 e. Rêjeya tijebûna ventîlatorê ji sedî 33,8 e. Têkra dema tesbîta temasdaran 8 saet, rêjeya filyasyonê jî ji sedî weke 99,9 hat tomarkirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE