Li Türkiyeyê di 24 saetên dawîn de 203 hezar û 73 testên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatin kirin, 11 hezar û 394 kes pozîtîf derketin, 242 kesan canê xwe ji dest da.
Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Türkiyeyê , li ser navnîşana "covid19.saglik.gov.tr"ê hat parvekirin.
Li gorî daneyên rojane îro 203 hezar û 73 test hatin kirin, testa 11 hezar û 394 kesan pozîtîf derket, 242 kesan canê xwe ji dest da, hejmara nexweşan bû 1102.
Hejmara nexweşên giran bû 2 hezar û 670. Di 24 saetnên dawîn de 37 hezar û 261 kes dermankirin/karantînaya wan qediya, hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê bû 4 milyon 894 hezar û 24.
Hejmara testan gihişt 50 milyon û 463 hezar û 16, hejmara pêketiyan bû 5 milyon û 95 hezar û 390, hejmara miriyan bû 44 hezar û 301, hejmara nexweşên giran bû 2 hezar û 670.
Li gorî daneyên heftane, vê hefteyê rêjeya zaturreyê di nexweşan de ji sedî 4 ye. Rêjeya tijebûna qeryoleyan ji sedî 43,7 e. Rêjeya tijebûna beşa nexweşiya giran ji sedî 65 e. Rêjeya tijebûna ventîlatorê ji sedî 32,4 e. Têkra dema tesbîta temasdaran 8 saet, rêjeya filyasyonê jî ji sedî weke 99,9 hat tomarkirin.AA