Li Türkiyeyê Tabloya Rojane ya Koronavîrusê

Li Türkiyeyê hejmara pêketinên rojane ên Kovîd-19ê cara yekê 80 hezar derbas kir

Li Türkiyeyê  Tabloya Rojane ya Koronavîrusê

Li Türkiyeyê hejmara pêketinên rojane ên Kovîd-19ê, ji destpêka pandemiyê ve cara yekê 80 hezar derbas kir.

Wezareta Tenduristiyê, Tabloya Rojane ya Koronavîrusê, li ser navnîşana "covid19.saglik.gov.tr" parvekir.

Li gorî tabloyê di 24 saetên dawîn de 424 hezar û 164 testên Kovîd-19ê hatin kirin, 82 hezar û 180 pozîtîf derketin, 174 kesan canê xwe ji dest da. Hejmara rehetbûyan jî 83 hezar û 225 e.

Ji bo nifûsa ji 18 salan mezintir, rêjeya derzîlêdanê ya doza yekem weke ji sedî 92,45 ya doza duyem jî weke 84,32 hat tomarkirin.

Li Türkiyeyê heta nuha 141 milyon û 416 hezar û 957 doz aşî hatiye kirin.

10 wîlayetên ku li ser asta nifûsa ji 18 salan mezintir rêjeya derzîlêdana herdu dozan li wan herî zêde ye evi in:

Osmaniye, Ordu, Amasya, Mugla, Kirklareli, Çanakkale, Eskîşehir, Balîkesîr, Zonguldak û Manîsa

10 wîlayetên ku li ser asta nifûsa ji 18 salan mezintir rêjeya derzîlêdana herdu dozan li wan herî kêm e evi in:

Şanliurfa, Batman, Sêrt, Diyarbekir, Bingol, Mûş, Mêrdîn, Bidlîs, Agirî û Elazîz e.

- Dijwariyên ku mirov dikare bike weke asteng nebînin

Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê Twitterê de destnîşan kir ku xebatkarên tenduristiyê di mehên zivistanê de ji bo berdewamiya derzîlêdana Kovîd-19ê li ser kar in û got, "Heke dema doza weya baldariyê hatibe dijwariyên ku mirov dikare bike weke asteng nebînin. Di mehên zivistanê de rîska Kovîd-19ê zêde ye. Derzîlêdan di wext û dema xwe de baş e."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE