Li Türkiyeyê Tabloya Rojane ya Koronavîrusê

Li Türkiyeyê di 24 saetên dawîn de 107 hezar û 530 pêketiyên Kovîd-19ê hatin tesbîtkirin, 233 kes mirin

Li Türkiyeyê  Tabloya Rojane ya Koronavîrusê

Li Türkiyeyê  di 24 saetên dawîn de 455 hezar û 463 testên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatin kirin, 107 hezar û 530 pozîtîf derketin 233 kesan canê xwe ji dest da.

Wezareta Tenduristiyê, Tabloya Rojane ya Koronavîrusê, li ser navnîşana "covid19.saglik.gov.tr" parvekir.

Li gorî tabloyê di 24 saetên dawîn de 455 hezar û 463 testên Kovîd-19ê hatin kirin, 107 hezar û 530 pêketî hatin tesbîtkirin, 233 kesan canê xwe ji dest da. Hejmara rehetbûyan jî 88 hezar û 14 ye.

Ji bo nifûsa ji 18 salan mezintir, rêjeya derzîlêdanê ya doza yekem weke ji sedî 92,58 a doza duyem jî weke 84,52 hat tomarkirin.

Li Türkiyeyê  heta nuha 142 milyon û 522 hezar û 697 doz aşî hatiye kirin.

10 wîlayetên ku li ser asta nifûsa ji 18 salan mezintir rêjeya derzîlêdana herdu dozan li wan herî zêde ye; Osmaniye, Ordu, Amasya, Mugla, Kirklareli, Çanakkale, Eskîşehir, Balîkesîr, Zonguldak û Manîsa ne.

10 wîlayetên ku li ser asta nifûsa ji 18 salan mezintir rêjeya derzîlêdana herdu dozan li wan herî kêm e; Şanliurfa, Batman, Sêrt, Diyarbekir, Bingol, Mûş, Mêrdîn, Bidlîs, Agirî û Elazîz in.

 "Sedema wê yekê ku vîrus zû belav dibe varyanta Omicronê ye"

Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê Twitterê de got, "Sedema wê yekê ku vîrus zû belav dibe varyanta Omicronê ye. Pêktiyên vê nexweşiyê exlebe sivik derbas dikin. Pêdivê em xwe biparêzin em bala xwe bidin siberojê, ne pandemiyê."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE