Li Türkiyeyê di 24 saetên dawîn da 421 hezar û 435 testên Kovîd-19ê hatin kirin, testa 98 hezar û 715 kesan pozîtîf derket, 221 kes mirin.
Wezareta Tenduristiyê, Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li ser navnîşana "covid19.saglik.gov.tr"yê parve kir.
Li gorî tabloyê di 24 saetên dawîn de 421 hezar û 435 testên Kovîd-19ê hatin kirin, 98 hezar û 715 pozîtîf derketin, 221 kes mirin. Hejmara kesên qenc bûn jî 80 hezar û 402 ne.
Ji bo nifûsa ji 18 salan mezintir, rêjeya derzîlêdanê ya doza yekem weke ji sedî 92,62, a doza duyem jî weke 84,58 hat tomarkirin.
Li Türkiyeyê heta niha 142 milyon û 833 hezar û 393 doz aşî hatiye kirin.AA