Li Türkiyeyê Tabloya Rojane ya Koronavîrusê

Li Türkiyeyê di 3yê Sibatê de 8 hezar û 102 kes pozîtîf derketin, 117 kes mirin

Li Türkiyeyê Tabloya Rojane ya Koronavîrusê

 Li Türkiyeyê di 3yê Sibatê de 140 hezar û 703 testên Kovîd-19ê hatin kirin, 8 hezar û 102 kes pozîtîf derketin, hejmara pêketiyan gihişt 2 milyon û 501 hezar 79an.

Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Türkiyeyê , li ser navnîşana "covid19.saglik.gov.tr"ê hat parvekirin. 

Li gorî daneyên rojane îro 148 hezar û 192 test hatin kirin, testa 8 hezar û 102 kesan pozîtîf derket û hejmara testan bi giştî gihişt 30 milyon û 61 hezar û 437an.

Îro 117 kesan canê xwe ji dest da û hejmara miriyên ji ber Kovîd-19ê gihişt 26 hezar û 354an.

Nexweşên giran bûn 1523, 8 hezar û 314 kes dermankirin/karantînaya wan qediya, hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê bû 2 milyon 387 hezar û 384an.

Ligorî daneyên heftane, vê hefteyê rêjeya zaturreyê di nexweşan de ji sedî 4,9 e. Rêjeya tijebûna qeryoleyan ji sedî 45,4 e. Rêjeya tijebûna beşa nexweşiya giran 59,1 e. Rêjeya tijebûna ventîlatorê 27,1 e. Têkra dema tesbîta temasdaran 6 saet, rêjeya filyasyonê jî ji sedî weke 99,9 hat tomarkirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE