Li Türkiyeyê Tabloya Rojane ya Koronavîrusê

Li Türkiyeyê di 10ê Sibatê de 8 hezar û 642 kes pozîtîf derketin, 95 kes mirin

Li Türkiyeyê Tabloya Rojane ya Koronavîrusê

Li Türkiyeyê di 10ê Sibatê de 135 hezar û 867 testên Kovîd-19ê hatin kirin, 8 hezar û 642 kes pozîtîf derketin, hejmara pêketiyan gihişt 2 milyon û 556 hezar 837an.

Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Türkiyeyê, li ser navnîşana "covid19.saglik.gov.tr"ê hat parvekirin. 

Li gorî daneyên rojane îro 135 hezar û 867 test hatin kirin, testa 8 hezar û 642 kesan pozîtîf derket û hejmara testan bi giştî gihişt 31 milyon û 29 hezar û 363yan.

Îro 95 kesan canê xwe ji dest da û hejmara miriyên ji ber Kovîd-19ê gihişt 27 hezar û 93yan.

Nexweşên giran bûn 1308, 7 hezar û 903 kes dermankirin/karantînaya wan qediya, hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê bû 2 milyon 445 hezar û 285an.

Ligorî daneyên heftane, vê hefteyê rêjeya zaturreyê di nexweşan de ji sedî 3,7 e. Rêjeya tijebûna qeryoleyan ji sedî 47,5 e. Rêjeya tijebûna beşa nexweşiya giran 59,7 e. Rêjeya tijebûna ventîlatorê 29,5 e. Têkra dema tesbîta temasdaran 7 saet, rêjeya filyasyonê jî ji sedî weke 99,9 hat tomarkirin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE