Li Türkiyeyê Tabloya Rojane ya Koronavîrusê

Li Türkiyeyê di 24 saetên dawîn de 7 hezar û 241 kes pozîtîf derketin, 83 kes mirin

Li Türkiyeyê Tabloya Rojane ya Koronavîrusê

 Li Türkiyeyê di 24 saetên dawîn de 115 hezar û 406 testên Kovîd-19ê hatin kirin, 7 hezar û 241 kes pozîtîf derketin, hejmara pêketiyan gihişt 2 milyon û 616 hezar 600î.

Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Türkiyeyê, li ser navnîşana "covid19.saglik.gov.tr"ê hat parvekirin. 

Li gorî daneyên rojane îro 115 hezar û 406 test hatin kirin, testa 7 hezar û 241 kesan pozîtîf derket û hejmara testan bi giştî bû 31 milyon û 981 hezar û 492.

Îro 83 kesan canê xwe ji dest da û hejmara miriyên ji ber Kovîd-19ê bû 27 hezar û 821.

Nexweşên giran bûn 11873, 7 hezar û 2179 kes dermankirin/karantînaya wan qediya, hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê bû 2 milyon 504 hezar û 50.

Ligorî daneyên heftane, vê hefteyê rêjeya zaturreyê di nexweşan de ji sedî 3,6 e. Rêjeya tijebûna qeryoleyan ji sedî 47,9 e. Rêjeya tijebûna beşa nexweşiya giran 59,6 e. Rêjeya tijebûna ventîlatorê 30,1 e. Têkra dema tesbîta temasdaran 8 saet, rêjeya filyasyonê jî ji sedî weke 99,9 hat tomarkirin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE