Li Türkiyeyê Tabloya Rojane ya Koronavîrusê

Li Türkiyeyê di 24 saetên dawîn de 9 hezar û 107 kes pozîtîf derketin, 75 kes mirin

Li  Türkiyeyê Tabloya Rojane ya Koronavîrusê

 Li Türkiyeyê di 24 saetên dawîn de 123 hezar û 734 testên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatin kirin, 9 hezar û 107 kes pozîtîf derketin, hejmara pêketiyan gihişt 2 milyon û 655 hezar 633yan.

Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Tirkiyeyê, li ser navnîşana "covid19.saglik.gov.tr"ê hat parvekirin. 

Li gorî daneyên rojane îro 123 hezar û 734 test hatin kirin, testa 9 hezar û 107 kesan pozîtîf derket û hejmara testan bi giştî bû 32 milyon û 560 hezar û 732.

Îro 75 kesan canê xwe ji dest da û hejmara miriyên ji ber Kovîd-19ê bû 28 hezar û 213.

Nexweşên giran bûn 1185, 5 hezar û 546 kes dermankirin/karantînaya wan qediya, hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê bû 2 milyon 534 hezar û 996.

Ligorî daneyên heftane, vê hefteyê rêjeya zaturreyê di nexweşan de ji sedî 4,2 ye. Rêjeya tijebûna qeryoleyan ji sedî 48,5 e. Rêjeya tijebûna beşa nexweşiya giran 60,3 ye. Rêjeya tijebûna ventîlatorê 30,4 e. Têkra dema tesbîta temasdaran 8 saet, rêjeya filyasyonê jî ji sedî weke 99,9 hat tomarkirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE