Li Türkiyeyê Tabloya Rojane ya Koronavîrusê

Li Türkiyeyê di 24 saetên dawîn de 15 hezar û 503 kes pozîtîf derketin, 63 kes mirin.

Li Türkiyeyê Tabloya Rojane ya Koronavîrusê

 Li Türkiyeyê di 24 saetên dawîn de 151 hezar û 113 testên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatin kirin, 15 hezar û 503 kes pozîtîf derketin, hejmara pêketiyan gihişt 2 milyon û 894 hezar 893.

Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Türkiyeyê, li ser navnîşana "covid19.saglik.gov.tr"ê hat parvekirin. 

Li gorî daneyên rojane îro 151 hezar û 113 test hatin kirin, testa 15 hezar û 503 kesan pozîtîf derket û hejmara testan bi giştî bû 35 milyon û 277 hezar û 116.

Îro 63 kesan canê xwe ji dest da û hejmara miriyên ji ber Kovîd-19ê bû 29 hezar û 552.

Nexweşên giran bûn 1425, 15 hezar û 893 kes dermankirin/karantînaya wan qediya, hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê bû 2 milyon 716 hezar û 969.

Ligorî daneyên heftane, vê hefteyê rêjeya zaturreyê di nexweşan de ji sedî 3,2 ye. Rêjeya tijebûna qeryoleyan ji sedî 51,6 e. Rêjeya tijebûna beşa nexweşiya giran 66,2 ye. Rêjeya tijebûna ventîlatorê 29,8 e. Têkra dema tesbîta temasdaran 9 saet, rêjeya filyasyonê jî ji sedî weke 99,9 hat tomarkirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE