Li Türkiyeyê Tabloya Rojane ya Koronavîrusê

Li Türkiyeyê hejmara pêketinên rojane yên Kovîd-19ê dîsa 20 hezar derbas kir

Li Türkiyeyê Tabloya Rojane ya Koronavîrusê

Li Türkiyeyê di 24 saetên dawîn de 184 hezar û 452 testên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatin kirin, 20 hezar û 49 kes pozîtîf derketin, hejmara pêketiyan gihişt 2 milyon û 950 hezar 603yan.

Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Türkiyeyê , li ser navnîşana "covid19.saglik.gov.tr"ê hat parvekirin. 

Li gorî daneyên rojane îro 184 hezar û 452 test hatin kirin, testa 20 hezar û 49 kesan pozîtîf derket û hejmara testan bi giştî bû 35 milyon û 787 hezar û 480.

Îro 81 kesan canê xwe ji dest da û hejmara miriyên ji ber Kovîd-19ê bû 29 hezar û 777.

Nexweşên giran bûn 1503, 18 hezar û 615 kes dermankirin/karantînaya wan qediya, hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê bû 2 milyon 770 hezar û 638.

Ligorî daneyên heftane, vê hefteyê rêjeya zaturreyê di nexweşan de ji sedî 3,2 ye. Rêjeya tijebûna qeryoleyan ji sedî 51,6 e. Rêjeya tijebûna beşa nexweşiya giran 66,2 ye. Rêjeya tijebûna ventîlatorê 29,8 e. Têkra dema tesbîta temasdaran 9 saet, rêjeya filyasyonê jî ji sedî weke 99,9 hat tomarkirin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE