Li Turkiyeyê di 24 saetên dawîn de 6 hezar û 814 pêketiyên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatin tesbîtkirin, 168 kesan canê xwe ji dest da.
Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Turkiyeyê , li ser navnîşana "covid19.saglik.gov.tr"ê hat parvekirin.
Li gorî daneyên rojane îro 164 hezar û 547 test hatin kirin û hejmara testan bi giştî gihişt 17 milyon û 733 hezar û 520an.
Di 24 saetên dawînde 164 hezar û 547 test hatin kirin, 6 hezar û 814 pêketî hatin tesbîtkirin, 168 kesan canê xwe ji dest da.
Hejmara nexweşên rewşgiran bû 4 hezar û 641, di 24 saetên dawîn de ku bi rehetbûna 3 hezar û 911 kesan, hejmara pêketiyên Kovîd-19ê gihişt 385 hezar û 480yî.
Ligorî daneyên heftane, vê hefteyê rêjeya zaturreyê di nexweşan de ji sedî 3,4 e. Rêjeya tijebûna qeryoleyan ji sedî 54,7 e. Rêjeya tijebûna beşa nexweşiya giran 71,3 ye. Rêjeya tijebûna ventîlatorê 39,2 ye.
AA