Li Tuzlayê di fabrîqeya boyaxê da şewat: 3 mirî

Li Tuzlayê di fabrîqeya boyaxê da şewat derket û 3 karker mirin

Li Tuzlayê di fabrîqeya boyaxê da şewat: 3 mirî

Li Tuzlaya Stenbolê di fabrîqeya boyaxê da şewat derket û ji ber şewatê 3 karker mirin û 9 karker birîndar bûn.

Li gor aghiyan li Tuzlayê ji ber sedemên nayê zanîn di fabrîqeya boyaxê da şewat derket û li ser îxbarê gelek ekîbên îtfaiye û tenduristiyê çûn ciyê bûyerê.

Li gor agahiyan şewat hatiye temirandin.

Walîtiya Stenbolê der barê şewatê da daxuyanî da û hat diyarkirin ku li Tuzlayê di saet 13.15an da di fabrîqeya boyaxê da şewat derketiye.

Di daxuyaniyê da hat ragihandin di şewata ku li Tuzlayê di fabrîqeyê da derket 3 karker mirin û 9 karker jî birîndar bûn.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE