Li Uludagê di xebatên lêgerînan da du cesed hat dîtin

Ji bona cinazeyê ku li Uludaxê qederê kîlomêtroyek nêzî ciyê montê Efe Sarp hat dîtin xebatên tesbîtkirina nasnameyê dest pê kirin.

Li Uludagê di xebatên lêgerînan da du cesed hat dîtin

Di xebatên lêgerînê yên ji bo dîtina Mert Alpaslan û Efe Sarp ku li Uludagê dema hildikişiyan serê çiya, wenda bûbûn da cinazeyek hat dîtin.

Li Uludaxê di xebatên lêgerîna du hevalên winda da cesedê mêrekî din hat dîtin.

Xebatên lêgerînê yên Midûriyeta Afat û Rewşa Bilez a Parêzgehê (AFAD), asayîşa cendirmeyê, Herekata Taybet a Cendermeyan (JOH), Lêgerîn û Xilaskirinê ya Cendermeyan (JAK) û hin ekîbên lêgerîn û xilaskirinê, di roja 17emîn da dewam dikin.

Ekîbên ku li navçeya Kestelê serê sibehê ji Taxa Derekizikê dest bi xebatên lêgerînê kirin, bêtir xebatên xwe li Geliyê Kureklidereyê meşandin. Di xebatên ku cendirme bi balafira bi mirov a kewşê û du helîkopteran beşdar e da ekîb leqî cinazeyekî hatin.

Ji bo tesbîtkirina nasnameya cinazeyê ku li Geliyê Kureklidereyê, li pala bakur a çiyê hat dîtin ku qedera kîlometreyek dûrî ciyê ku mont, kum û mifte lê hatibûn dîtin e, xebat dan destpêkirin.

Di 1ê Berfanbarê da Mert Alparslan (31) û Efe Sarp (37) ku ji Stenbolê hatibûn wesayîta xwe li ber Qereqola Cenderme ya Uludagê parq kirin û ber bi serê çiyê va meşiyan. Lê piştî demekê mij zêde bû û herdu heval wenda bûn û li ser xeberê jî bo dîtina wan xebatên lêgerînê dest pê kiribûn. Li pala rojavayê bakurê Uludagê li tanga Kureklidereyê mont, kum û mifteyên Sarp hatibûn dîtin û paşê jî du baton hatibûn dîtin.

AA

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE