Li Uludagê mont û kumê ji du hevalên winda yê yekî ne hat dîtin

Xebatên ji bo dîtina Mert Alparslan û Efe Sarpê ku yekşema borî ber bi serê çiyê ve dest bi meşê kiribûn û ji wê rojê vir va hesa wan nayê, didome.

Li Uludagê mont û kumê ji du hevalên winda yê yekî ne hat dîtin

Di 1ê Berfanbarê da Mert Alparslan û Efe Sarpê heval in ber bi serê Çiyayê Uludagê va dest bi meşê kirin û ji wê rojê vir va jî tu xeber ji wan nayê hildan, di xebatên ji bo dîtina herdu hevalan da mont û kumek hat dîtin û cendermeyan tespît kir ku ew aîdê Efe Sarp in.

Ji bo dîtina herdu hevalan ku bi koordînetiya Midûriyeta Rewşa Acîl û Afatê (AFAD) tê birêvebirin ji ekîbên Herekata Taybet a Cendermeyan (JOH), Lêgerîn û Xilaskirinê ya Cendermeyan (JAK), Komeleya Lêgerîn û Xilaskirinê ya Nîluferê (NAK), Komeleya Lêgerîn û Xilaskirinê ya AKÛTê, Lêgerîn û Xilaskirina ÎHHê û Komeleya Lêgerîn û Xilaskirinê ya Bursayê bi tevahî 268 kes, xebatan didomînin.

Dema şert û mercên hewayê baş be Balafira Keşfê ya Bimirov a Cendermeyan (JÎKÛ) û du helîkopter jî ji hewayê piştgiriya xebatan dikin.

Di roja heftemîn a ku li herêmê berfê ji nû va dest pê kir û mij zêde ye da li palên bakurê rojavayê Uludagê li rêava newalê da monteke di bêrikê da jî kum hebû hat dîtin û lêkolîn hat kirin.

Ekîban li dîmenên berê bi qamerayan hatibûn kişandin mêze kirin û tespîtkirin ku mont û kum aîdê Efe Sarp in. Li ser vê xebatên lêgerînê li wê herêmê hatin zêdekirin.

Di 1ê Berfanbarê da Mert Alparslan (31) û Efe Sarpê (37) ku ji Stenbolê hatibûn wesayîta xwe li ber Qereqola Cenderme ya Uludagê parq kirin û ber bi serê çiyê va meşiyan. Lê piştî demekê mij zêde bû û herdu heval winda bûn û li ser xeberê jî bo dîtina wan xebatên lêgerînê dest pê kiribû û heft rojin ku dewam dike.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE