Li Uludereyê Şırnakê welatî nîzam kara ji ber meraqa xwe bi kîsek û qocekî dest bi hilberîna kuvarkan kir. Meraqa wî jê re bû kar û niha bi 100 torbe û 50 qocan (kûtûk) hilberîna kuvarkan dike. Dibêje karê kuvarkan hêsan e û tê de pereyekî baş heye.
Li ser kîsên reş ên daliqandî û li ser qocên mezin tijî kuvark in.
Ev der maleke li Taxa Hîlalê ya li Qilebana Şırnakê ye.
Welatiyê bi navê Nizam Kara beriya çend salan ji ber meraqa xwe bi kîsek û qocekî dest bi hilberîna kuvarkan kir.
Gelek kêfa wî ji vî karîre hat û xebata xwe mezin kir.
Niha bi 100 kîs û 50 qocan hilberînê dike.
Kara dibêje hilberîna kuvarkan gelek hêsan e û di vî karî de pereyekî baş hey.
Welatiyê Uludereyî niha dixwaze karê xwe mezintir bike û fêde bide insanên derdora xwe û navçeya xwe.