Li Qilebana Şirnexê, Qeymeqamê Navçeyê Ehmet Solmaz projeya pirtûkxwendinê da destpêkirin. Di çarçoveya projeyê de hemû xwendekar berê sibê 15 deqeyan pirtûk dixwînin.
Li Şirnexê û navçeyên wê her tim xebat û projeyên nû tên lidarxistin.
Yek ji wan xebatan jî ji aliyê Qeymeqamê Qilebanê Ehmet Solmaz ve hat lidarxistin.
Qeymeqam Solmaz ji bo ku li navçeyê zêdetir pirtûk were xwendin projeyeke bi navê “Gelê Qilebanê Dixwîne” da destpêkirin.
Di çarçoveya projeyê de Ehmet Solmaz yek bi yek li esnafên navçeyê geriya û derbarê projeyê de agahî da wan.
Di çarçoveya projeyê de welatî û xwendekar herê berê sibê 15 deqeyan pirtûk dixwînin.
Xebatkarên kamûyê jî bêyî ku mesayiya xwe xera bikin, di projeya pirtûkxwendinê de cih digirin.