Li Ümraniyeya Stenbolê rê rûxiya. Kulûbeyeke ewlehiyê di bin axê de ma. 2 personelên ewlehiyê jiyana xwe ji dest da.
Li taxa Parsellera Ümraniyê, derengê şevê di seat yek û nîvê de ji nişka ve erd rûxiya.
Li derdora rê ji bo metroyê xebat dihat kirin. Piştî ku rê rûxiya, kortek vebû ku firehiya 10 metro, kûrahiya wê 7-8 metro ne.
Kulûbeyeke ewlehiyê jî di bin axê de ma. 2 personel jiyana xwe ji dest da.
Cendekê yekî ji bin axê derxistin.
Lê cendekê personelê din hêj wenda ye.
Şaredariya bajarê Mezin a Stenbolê derbarê bûyerê de daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hat gotin; bûyer ji ber xebatên metroyê neqewimiye. Ji ber ku di bin rê de valahî çêbûye, hezaz pêk hatiye.
10 wesayîdên şaredariyê û 38 personel niha li cihê bûyerê dixebitin.