Li Uşakê di şewatê da 4 kes jehrî ketin û mirin

Li Uşakê ji ber şewata di malekê da derket bavek û 3 zarokên wî ji ber dû bi jehrî ketin mirin, dayik rakirin nexweşxaneyê...

Li Uşakê di şewatê da 4 kes jehrî ketin û mirin

 Li Uşakê ji ber şewata di malekê da derket bavek û 3 zarokên wî ji ber dû bi jehrî ketin mirin, dayik rakirin nexweşxaneyê.

Li gor agahiyên hatin sitandin, li ser îxbara Şaban Yaşarê birayê Bulent Yaşarê li Kuçeya Çelîkxanê ya li Taxa Elmalidereyê rûdinê polês û ekîbên tenduristiyê sewqî dewasa bûyerê kirin, hat dîtin ku hin eşyayên li malê û amûrên îzolasyonê şewitîne, ji heman malbatê 5 kes ji xwe va çûnê.

Ekîbên tenduristiyê tesbît kirin ku Bulent Yaşar (32) û Muhammed Nurkan (9), Muhammed Furkan (6) û Aîşe Nur Yaşara (3) zarokên wî mirine, Yasemîn Yaşara (27) xanima wî jî di asta xetereyê da bi jehrî ketiye. Ekîban Yasemîn Yaşar rakirin nexweşxaneyê.

Eqrebeyên malbatê hatin dewsa bûyerê û ji ser hişê xwe çûn.

AA

Dîroka nûkirinê: 24 Cotmeh 2019, 17:35
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE