Li Uşakê otobêsa rêwiyan welgeriya û 33 kes birîndar bûn.
Otobêsa rêwiyan a bi pîlaqeya 34 HE 1858 a K.G. diajot li tanga xaçerêya Goremeyê ya li ser rêbejaya Enqere-Uşakê ji rê derket û totî rexê rê bû.
Li ser îxbarê ekîbên agirkujî, polês, cendirme û Serwêsa Acil a 112ê sewqî herêmê kirin.
32 birîndar û ajokarê otobêsê rakirin nexweşxaneyan.
Hat ragihandin ku otobês ji Agiriyê diçû Îzmirê, rewşa birîndarên rakirin nexweşxaneyan baş e.
Melîkşah Akşîtê ji qezayê bê bela û bê qeda xilas bû jî daxuyanî da rojnamevanan û got, "Qeza bi da carekî bû. Kamyonê li qorneyê xist û di nav 2 deqîqeyan da qeza çêbû."
Îsmaîl Dursun jî got di dema qezayê da çavên xwe dabû hev ji ber vê nedît ku qeza çito çêbû.AA