Li Midyada Mêrdînê ji bo turîstan çalakiyên cur bi cur tên lidarxistin. di qonaxên dîrokî de hin rojan piyano tê lêxistin; hin rojan jî ji bo mêvanan lîstika reyhaniyê tê lîstin.
Qeymeqamiya Midyadê ji bo turîstan bi slogana “Li Vî Bajarî Muzîk Heye” çalakiyên cuda li dar dixe.
Di çarçoveya çalakiyan de xwendekarên Navenda Zanistî û Hunerê pêşaneya resmê vekir.
Xwendekarekê jî bi piyanoyê, awazên navneteweyî lê xistin.
Hin rojan jî ji bo turîstan lîstika reyhaniye tê nişandan. Ev lîstik, ji kevneşopî û dîroka bajêr e.
Turîstên ku ji navwelêt û derwelêt hatine bajêr, bi van çalakiyan demên xweş derbas dikin.