Li Gundê Alçik ê Diyarbekirê 4 ziman tên axaftin. Gundî ji xeynî zimanê tirkî, kurmancî û zazakî zimanê îngilîzî jî xeber didin. Kesên ku bi îngilîzî nizanin şerm dikin. Gundiyên îngilîzî dizanin di sazî û şîrketên bîyanî de dixebitin.
Gundiyên Fidêlanê di jiyana rojane de bi zimanê Îngilîzî jî diaxivin.
Gundê Alçik ê Sur a Diyarbekirê bi pirzimaniya xwe li herêmê taybet e.
Gund 35 kîlomete dûrî Diyarbekirê ye û lê 130 mal hene. Li gundê Fidêlanê 4 zimanên cuda tên axaftin.
Lê gelo çanda zimanê îngilîzî çawa ketiye nava gund.
Bi saya zimanê îngilîzî bextê gundiyan guherî ye. Gelek kes di sazî û şîrketên bîyanî de dixebitin.
Gundî ji qeymeqamî û Midûriyeta Perwerdeya Neteweyî banga kursa îngilîzî dikin.