Li Donatima gundê Mûşê goştê qurbanê wek hev tê parvekirin û paşê belavî malbatan dikin.
Li gundê Donatimê ya ku ji navendê 5 kîlometre dûr e her sal qurbanên tên serjêkirin wekhev tên parvekirin. Li gund bi saya vê adetê goşt diçe malên her kesî.
Mixtarê gund Ahmet Şengul got ku wan îsal 25 pez serjêkirin û wiha axivî: "Ji qurbanên me 800 kîlo goşt derket. Li gundê me 60 xanî hene û 700 kes dijîn. Malbatên ku qurbanê nadin jî ji vê îstifade dikin. Me goştê xwe wekhev parve kir. Di encama parvekirinê da ji bo her malekê kîloyek û 250 gram goşt ket. Ev adet ji bav û kalên me ji me re maye. Em jî didomînin"
Ji gundiyan Felemez Yetkîn jî got ku bi saya vê kevneşopiyê li gund hemû kes goşt dixwin.