Li vî gundî telefon nakşînin

Bi salan e bangî şîrketan dikin, lê tu kes dengê wan nabihîze.

Li vî gundî telefon nakşînin

Li gundê Yestêyê yê bi ser Ömerliya Mardinê yê telefon nakşînin. Gundiyan ji TRT Kurdiyê re behsa mexdûriyeta xwe kir. Xelkê Yestêyê bangî rayedaran dikin ku ji wan re çareyekê bibînin.

Telefonên berîkan êdî di destê her kesî de ne. Êdî wek compûtûreke biçûk in û hema hema her kar bi wan safî dibe. Lê ji bo van gundiyan maneya vê tune.

Ev der gundê Yestêyê ye. Gund ji Ömerliya Mardinê bi tenê 30 kîlometre dûr e, lê ji ber ku di navbera çiyayan de maye telefon nakşînin.

Divê li vê derê antêneke taybet were bicîkirin, lê bi salan e tu fîrma dengê wan nabihîze.

Xelkê Yestêyê ji bo telefonên wan jî bikşînin û karibin bi xizm nasên xwe re xeber bidin diçin serê girên bilind. Lê êdî bêzar bûne û dixwazin rayedar ji vê re çareyekê bibînin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE