Li Vanê 104 kîlo û 100 gram eroîn hat girtin

Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Ewlekariya Parêzgehê, li ser asta bajêr xebatên dijî kesên ku bazirganî, depokirin û veguhestina hişbirê dikin didomin.

Li Vanê 104 kîlo û 100 gram eroîn hat girtin

Li Vanê di mînîbusekê da 104 kîlo û 100 gram eroîn hat girtin.

Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Ewlekariya Parêzgehê, li ser asta bajêr xebatên dijî kesên ku bazirganî, depokirin û veguhestina hişbirê dikin didomin.

Di vê çarçoveyê da ekîbên Şaxa Dijî Sûcên Narkotîkê li Taxa Seyrantepeyê ya navçeya Tuşbayê gava dewriye digerand, li ser gumanê mînîbusek dan rawestandin.

Di lêgerîna ku kûçikê narkotîk "Oscar" jî hat emilandin da di depoya sotemeniyê ya mînîbusê da di 203 pakêtan da 104 kîlo û 100 gram eroîn hat dîtin.

Ajokar H.K. ku hat binçavkirin, piştî miemeleyan bi destê dadgehê hat girtin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE