Li Tuşbaya navçeya Vanê di depoya sotemeniyê ya kamyonekê da 104 kîlo û 400 gram eroîn hat dîtin, 2 gumanbar hatin binçavkirin.
Li gor daxuyaniya Midûriya Ewlehiyê ya Bajêr xebatên dijî bazirganiya hişbirê, neqil û depokirina hişbirê dewam dikin.
Ekîbên Midûriya Şaxa Têkoşîna Dijî Sûcên Narkotîk li Tuşbayê kamyonekê dan sekinandin.
Di lêgerîna ku bi seyê narkotîk "Magnum" va hat kirin da di depoya sotemeniyê ya wesayîtê da 104 kîlo û 400 gram eroînê wek 200 pakêt ku hatiye veşartin hat dîtin.
Gumanbar E.K û M.S ji ber sûcê "bazirganiya hişbir û madeyên hişyarker, neqilkirina madeyê hişbir" hatin binçavkirin.
AA