Li Vanê 123 kîlo eroîn hat girtin

Li navçeya Tuşbayê di malekê da 123 kîlo eroîn hat girtin...

Li Vanê 123 kîlo eroîn hat girtin

Li Tuşbaya navçeya Wanê di malekê da 123 kîlo eroîn hat girtin, der barê bûyerê da 3 kes hatin binçavkirin.

Li gor daxuyaniya ku ji Midûriyeta Ewlekariya Bajêr hat dayîn, tîmên polêsan li taxê Îskeleyê kuçeya Çikmazê operasyon bir ser malekê. 

Di lêgerîna ku "Lîsa"ya kûçikê narkotîk jî hat emilandin da di nav pakêtan da 123 kîlo eroîn ya ku li salonê di binê xalîçeyan de hatibû veşartin, hat bidestxistin. 

Li ser bûyerê F.K, V.K û C.K hatin binçavkirin. Kar û barên şikbaran li emniyetê dewam dikin. 

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE