Li Başkaleya navçeya Wanê, 14 koçberên bêdestûr ku dereqanûnî derbasî welêt bûne, hatin girtin.
Ekîbên Fermandariya Qereqola Cendirmeyê Bableşînê ya Fermandariya Cendirmeyê Navçeyê, gava dewriye digerand li nêzîkî Taxên Albayrak û Atlilarê koma ku ber bi navçeyê dimeşiya rawestand.
Di kontrolan da hat tesbîtkirin ku 14 koçberên bêdestûr ên ji Efxanistanê ku 8 jê zarok û 3 jê jî jin in, dereqanûnî derbasî welêt bûne.
Koçberên bêdestûr piştî kontrola tenduristiyê ya li Nexweşxaneya Dewletê ya Başkaleyê, radestî Midûriyeta Rêveberiya Koçê ya Parêzgehê kirin.