Li Vanê "1.Mihrîcana Avjeniyê ya Gola Vanê"

Li Vanê "Mihrîcana Avjeniyê ya Gola Vanê ya 1emîn" dest pê kir.

Li Vanê "1.Mihrîcana Avjeniyê ya Gola Vanê"

 Li Vanê ji bo feydeya wê bigîhêje nasandina Gola Vanê îsal cara ewil "Mihrîcana Avjeniyê ya Gola Vanê" hat lidarxistin.

Mihrîcan ji hêla Şaredariya Bajarê Mezin a Vanê  û Komeleya Aktîvîstên Gola Vanê va tê lidarxistin.

Ji bajarên wek Stenbol, Îzmir, Sêwaz, Diyarbekir, Tuncelî, Antalya û Bidlîsê gelek werzişvan û siruşthez hatin Vanê ku beşdarî mihrîcanê bibin.

Mihrîcanê 7 rojan dewam bike, werzişvan wê pêşbaziya avjeniyê bikin.

Di roja ewil a mihrîcanê da 400 kesên li Îskeleya Axtamarayê ya li navçeya Gewaşê ye hatin bal hev, amadehiyên xwe kirin û paşê ji bo ku xwe bigîhînin Girava Axtamarayê ya 4,5 kîlomêtro dûr e dest bi avjeniyê kirin.

Yên ku negihîştin sîwarê botên polêsan û hêzên ewlehiya qeraxê bûn, hin werzişvan di dawiyê da gihîştin giravê.

Welatiyên hatin temaşeya wan bikin jî bêhna xwe vedan û seyranê kirin.

"Eleqeyeke mezin ji bo mihrîcanê heye"

Serokê Komeleya Aktîvîstên Gola Vanê Erdogan Ozel got ji bo dîrok û xweşikiyên 4 giravên li Gola Vanê ji hêla turîzmê va bên nasandin mihrîcan tê lidarxistin.

Ozel got eleqeyeke mezin ji bo mihrîcanê heye û wiha axivî: "Mihrîcana me wê hefteyekê dewam bike. Li welatê me cara ewil e çalakiyeke wiha tê lidarxistin. Ji Stenbol, Tuncelî, Îzmir û bajarên cuda mêvanên me hene. Me qeyda 600 qesî kir, ji ber ku hê serlêdan hebûn em mecbur man ku êdî yên mayîn qebûl nekin. Em dixwazin xweşikiyên Gola Vanê yên bêhempa bidin nasîn. Herç dawîn wêneyê Gola Vanê di pêşbirka NASAyê da yekemîn hatibû hilbijartin. Şînahiya Golê herkesî metel dihêleç Em jî dixwazin wê bidin nasîn."

"Ji bo ku Gola Vanê paqij bimîne em dixwazin balê bikşînin"

Ayhan Îlhanê ji Stenbolê hatiye Vanê bal kişande girîngiya mihrîcanê û wiha axivî: "Em ji bo mihrîcanê 20 heval ji Stenbolê hatin Vanê . Ji bo ku Gola Vanê paqij bimîne em dixwazin balê bikşînin. Mihrîcanên avjeniyê gelemperî rojekê çêdibin, lê evê heft rojan dewam bike. Ev jî girîngiya mihrîcanê nîşan dide."

"Min ava Gola Vanê pir eciband, ne wek ya behrê ye"

Wezrişvan Hamîde Yilmaza ku ji Stenbolê hatiye jî got divê Gola Vanê bê parastin û wiha axivî: "Ez werzişa avjeniyê dikim. Em havîn û zivistan avjeniyê dikin û antremanên me hene. Di heman demê da ez rahênera avjeniyê me. Min ava Gola Vanê pir eciband, ne wek ya behrê ye. Ez ji kesên avjeniyê hez dikin ra dibêjim werin Vanê ."

Mihrîcanê di 23ê tîrmehê da dawî ibe, yên beşdar bûne wê herin çalakiyên Gola Kraterê ya Nemrûdê jî.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE