Li Vanê di depoya mazotê ya wesayîtê da 310 kîlo û 880 qram eroîna likît hat girtin û ajokar hat derdestkirin.
Di daxuyaniya Midûriyeta Ewlekariya Bajêr da hat diyarkirin ku li bajêr xebatên dijî bazirganî û neql û depokirina hişbirê dewam dikin.
Hat destnîşankirin ku di vê çarçoveyê da ekîbên Şaxa Têkoşîna Dijî Sûcên Narkotîkê li Gurpinarê wesayîteke jê ketin şikê dan sekinandin.
Di lêgerînê da "Şîla"ya kûçika narkotîkê jî xebitî û di depoya wesayîtê da 10 kîlo û 880 qram eroîna likît hat dîtin.
A.C.yê ajokar ê hatibû binçavkirin bi biryara meqamên edlî hat girtin.AA