Li Vanê 35 koçberên bêdestûr hatin girtin

Li gor daxuyaniya walîtiyê ekîbên Fermandariya Cendirmeyan a Bajêr  duh li navçeya Gewaşê li ser şikê wesayîtekî dan sekinandin û lêgerîn kirin. 

Li Vanê 35 koçberên bêdestûr hatin girtin

Li Gewaşa navçeya Wanê 35 koçberên bêdestûr ên di nav kamyonetê da veşartî hatin girtin. 

Li gor daxuyaniya walîtiyê ekîbên Fermandariya Cendirmeyan a Bajêr  duh li navçeya Gewaşê li ser şikê wesayîtekî dan sekinandin û lêgerîn kirin. 

Di kontrolan da 35 Efxanistaniyên ku kaseya kamyonetê da hatine veşartin û hewl didan ku bi rêyên dereqanûnî bikevin welêt hatin girtin. 

Ajokar S.M hat binçavkirin û piştî miameleyan ew sewqî meqamûn edlî kirin û hat girtin. 

Koçberên bêdestûr jî ji bo ku miameleyên wan bên kirin teslîmê saziyên eleqedar kirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE