Li Vanê 4 nexweş ji vîrusa koronayê xilas bûn û çûn malên xwe

Hat ragihandin ku li Vanê 4 kesên testa wan a vîrusa koronayê pozîtîf derketin piştî dermankirinê pak bûn û çûn malên xwe.

Li Vanê 4 nexweş ji vîrusa koronayê xilas bûn û çûn malên xwe

Mehmet Emîn Bîlmezê Walî û Wekîlê Şaredarê Bajarê Mezin ê Vanê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî diyar kir ku 2yê wan hemşîre 4 kesên testa wan a Kovîd-19ê pozîtîf derketibûn piştî dermankirinê rind bûn çûn malên xwe.

Bîlmez ji bo hemû nexweşan got derbasî be û ji xebatkarên tenduristiyê yên bi fedakarî dixebitin ra jî sipas kir.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE