Li Vanê 70 kîlo û 260 gram eroîn hat girtin

Ekîbên Midûriyeta Şaxa Dijî Sûcên Narkotîkê di vê çarçoveyê da di kamyoneke parqkirî da lêgerîn pêk anîn.

Li Vanê 70 kîlo û 260 gram eroîn hat girtin

 Li Edremîta navçeya Vanê di kamyonekê da 70 kîlo û 260 gram eroîn hat girtin

Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Ewlekariya Parêzgehê, li tevahiya bajêr xebatên dijî kesên ku bazirganî, depokirin û veguhestina hişbirê dikin didomin.

Ekîbên Midûriyeta Şaxa Dijî Sûcên Narkotîkê di vê çarçoveyê da di kamyoneke parqkirî da lêgerîn pêk anîn.

Di lêgerîna ku kûçikê narkotîk "Boby" jî hat emilandin da 70 kîlo û 260 gram eroîna di hundirê 132 pakêtên di kêlekên qaseya kamyonê da veşartî hat dîtin.

Der heqê bûyerê da xebatên desteserkirina berşik A.E. didomin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE