Li Vanê berf barî

Li Vanê berfa ku ji duh êvarê pê va dest bi barînê kir ji bo welatiyan bû tengasî

Li Vanê berf barî

Li Vanê berfa ku ji duh êvarê pê va dest bi barînê kir ji bo welatiyan bû tengasî.

Berfa li bajêr hê dibare tevahiyê bajêr çîl û sipî kir.

Ajokarên ku di meha nîsanê da rastî berfê hatin di çûyîn û hatinê da tengasî kişandin.

Ekîbên Şaredariya Bajarê Mezin xebatên paqijkirina berfê dan destpêkirin.

Hin wesayîtên li Gidukê Gozeldereyê ya li ser rêbejaya Wan-Hekariyê ji ber berfê asê mabûn jî bi destê ekîbên paqijkrina berfê hatin xilaskirin.

Wekî mayîn hin darên êmîş ên kulîk vekiribûn jî ji ber berfê zirar dîtin.

Hat ragihandin ku barîna berfê ew ê îro jî dewam bike.

Dîroka nûkirinê: 20 Nîsan 2019, 15:44
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE