Li Vanê bernameya dengbêjiyê

Şaredariyê di çarçoveya bernameya çand û hunerê de gelek dengbêj ezimandin 

Li Vanê bernameya dengbêjiyê

Şaredariya Bajarê Mezin A Wanê Di Çarçoveya Bernameya Çand Û Huneran De Bernameya Dengbêjiyê Amade Kir. Bername Li Navenda Çandê Ya Şaredariyê Pêk Hat. Gelek Hezkiriyên Dengbêjiyê Tev Li Bernameyê Bûn. Piraniya Wan Jî Ciwan Bûn. 

Bi saya dengbêjan jiyan, çand, reng û kevneşopiyên Kurdan li ser piyan man. Lewra dema teknolojî di jiyana mirovan de tune bû û deng nedihatin qeydkirin dengbêjan wek dîroknivîsan kilam dineqişandin. 

Îro di sala 2022yan de dengbêjî hêj li ser piyan e. Gelek ciwan ji bo paşeroja bav û kalên xwe hîn bibin, wek pirtûkeke dîrokî guh didin kilamên dengbêjiyê. 

Li Wanê jî di vê çarçoveyê de bernameyek hat amadekirin. Gelek dengbêjên navdar ên herêmê tev li bernameyê bûn. Gelek zarok û civan jî wek temaşevan û guhdar li wirê bûn. 

Dengbêj Îsmet, Dengbêj Aydin, Dengbêj Şah Îsmaîl Mîlanî û Dengbêj Miraz… Bi dengên xwe yên ji hev xweştir gelek kilam gotin. 

Serokê komeleya dengbêjên serhedê Mehmetcan Ulaş bal kişand ser meseleyeke girîng û behsa aboriya dengbêjiyê kir. 

Temaşevan û guhdaran kêfxweşiya xwe ya derbarê bernameyên bi vî rengî de anî zimên. 

Komele dixwaze mehê carekê vê bernameyê amade bike û dengbêjî pêşdetir here.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE