Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê li navçeya Gurpinarê sondaj lê da û seba heywanên ku dertên zozanan av derxist.
Ji bo ku li bajêr çandinî û heywandarî geş bibe Şaredariya Bajarê Mezin piştgiriyan didomîne.
Bi xebata hevpar a Serokatiya Daîreya Xizmetên Gundewar, Îdareya Pêşketinê ya Herêmê ya Projeya Rojhilatê Anadoluyê (DAP) û şaredariyên navçeyan li taxên gundewar Projeya Ava Vexwarinê ya Heywanan dimeşîne.
Di vê çarçoveyê da li zozana ku li ser taxa Sakalarê ye ekîban sondaj lê da û seba herêmê panelên tavê û navenda terfiyê ava kir, depoyeke 10 tonî çêkir û sivatên 6 çavî û 32 mêtre lê danîn.
Bi ava sondajê sivat hatin tijîkirin û heywanan av vexwar. Rênceberan şabûnaderxistina avê govend gerand û pîrozbahî kirin.
Mixtarê taxê Îsmet Yolak diyar kir, ev demeke dirêj e ku li zozanê tengasiya ava vexwarinê hebû.
AA