Li gorî agahiya li ser malpera Serokatiya Birêvabirina Afat û Rewşa Bilez (AFAD), di 07.32yan da li Başkaleya navçeya Vanê bi lerza 4,4an erdhej çêbû.
Hat tesbîtkirin, erdhej 12,95 kîlometre di kûrahiya erdê da çêbû.
Midûrê Afat û Rewşa Bilez a Parêzgehê Osman Uçar di daxuyaniya xwe ya da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku erdhej li dewrûberê û her wiha li Hekarî û navçeyên wê jî hat hîskirin.
Uçar diyar kir ku ew bi têlefonê bi mixtar û fermandariyên cendirmeyê yên navçeyan ên herêmên ku erd lê hejiya geriyan û her wiha di encamê da ew hîn bûn ku ziyanek çênebûye.
AA