Li Vanê bi vejena ji çopê hat hilberîn 14 hezar xane ronî dibin

Bi saya projeya tebîetparêz ya armanca wê ew e ku li herêma ku lê "depokirina wehşî" dihat kirin pêşî li qirêjahiya li ber çavan û bêhna nexweş a li hawirdor belav dibe bigirin bi vejena ji çopê tê bidestxistin ceyran didin 14 hezar xaneyî.

Li Vanê bi vejena ji çopê hat hilberîn 14 hezar xane ronî dibin

Li Tesîsa Entegre ya Çopên Hişk a ji bo ku pirsgirêka çopê ya Vanê ji holê rake li qada berhevkirina çopê ya 78 hektarî da bi modêla çêke-bixebitîne-dewr bike hat çêkirin da bi ceyrana ku ji biyoxazê tê hilberîn 14 hezar xane ronî dibin.

Şaredariya Bajarê Mezin a Vanê ya ku bi destê Wezareta Karên Navxweyî hat peywirdarkirin ji bo parastina hawirdor, ji çopên ku avêtine tebîetê ceyranê hilberîne û piştgiriyê bide aboriya welêt û îstixdamê pêk bîne Projeya Tesîsa Entegre ya Çopên Hişk tetbîq kir.

Li tesîsa ku li qada "depokirina wehşî" ya li rêya Wan-Ozalpê çendî sal bû çop belawela diavêtinê hat avakirin ji çopên navenda bajêr û navçeyan dest bi hilberîna vejena ceyranê kirin.

Li tesîsa ku rojane kêm zêde 530 ton çopê tînin wir bi makîneyên teknolojiya dawîn çop ji hev tên cihêkirin û biyoxaza ku jê tê bidestxistin vediguherînin ceyranê.

Bi saya projeya tebîetparêz ya armanca wê ew e ku li herêma ku lê "depokirina wehşî" dihat kirin pêşî li qirêjahiya li ber çavan û bêhna nexweş a li hawirdor belav dibe bigirin bi vejena ji çopê tê bidestxistin ceyran didin 14 hezar xaneyî.

Di çarçoveya projeya ku bi temambûna merhaleya duyemîn hedef ew e ku hewcehiya ceyranê ya 35 hezar xaneyî bê pêkanîn da pêşî xebatên islahkirina qada 20 hektarî ya ku lê çop hatiye komkirin jî dewam dikin.

"Em êdî ji çopa Vanê dahatê bi dest dixin"

Walî û Wekîlê Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Vanê Mehmet Emîn Bîlmez got ku di nav 30 bajarên mezin da tekane bajarê ku çopa xwe bi rêbaza "depokirina wehşî" berhev dike Wan e.

Bîlmez destnîşan kir ku ji bo dawî li pirsgirêka çopê ya bajêr bînin wan dest bi projeye du merheleyî ye kirin û wiha domand: "Li cihekî nêzî navenda bajêr qadeke qasî 3 milyon metrekup dikare bihewîne hebû û me ew der çêtir kir û hemû çopên bajêr ên tên vê derê ji hev tên cihêkirin. Em ji çopê bo Vanê dahatê qezenc dikin."

"Armanca me ew e ku rê li ber komkirina beredayî ya çopê bê girtin"

Bîlmez destnîşan kir ku li bajêr tesîseke jê vejena 35 xaniyan tê temînkirin avakirin û wiha domand: "Armanca me ya sereke ew e ku em rê li ber berhevkirina beredayî ya çopê bigirin. Ji ber vê jî ji sala par va em çopên navçeyên Gewaş û Gurpinarê tînin navendê. Îsal jî em ê çopên ji Çaldiran, Muradiye û Erdîşê bi navenda veguhestinê va bînin navendê. Ji bo ya Ozalp û Sarayê jî em îstasyona veguhestînê çêdikin. Tê payîn ku di nav salekê da proje temam bibe û beşa duyemîn a projeyê yanî qismê jihevqetandinê û jê vejen temînkirinê ma û ew jî ji ber şewbê derengî ket. Înşeallah heta havîna pêş me wê temam bibe. Me ji bo vê derê tu pere neda. Me bi şirîkatiya qezencê ev der derxist îhaleyê. Ji hemû dahata vê derê ji sedî 6 para şaredariyê ye. Ji bo temamkirina projeyê bergîdana 100 milyon lireyî pere hatiye xerckirin."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE