Li Van, Bitlis û Hakkariyê rêya 420 wargehan hat girtin

Di daxuyaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Vanê da hat destnîşankirin ku li navend û navçeyên bajêr ji ber berf û bagerê rêya 185 wargehan ji çûyîn û hatinê ra hat girtin.

Li Van, Bitlis û Hakkariyê rêya 420 wargehan hat girtin

Li Van, Bitlis û Hekariya bajarên Herêma Rojhilatê Anadoluyê ji ber rewşa hewatê rêya 420 wargehan hat girtin.

Di daxuyaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Vanê da hat destnîşankirin ku li navend û navçeyên bajêr ji ber berf û bagerê rêya 185 wargehan ji çûyîn û hatinê ra hat girtin.

Ekîbên paqijkirina berfê ji bo vekirina rêyên girtî xebatên xwe bênavber didomînin.

Hakkari

Li Hekariya 4 roj e berf lê dibare rêya 73 gund û 149 goman hat girtin.

Ekîbên Îdareya Taybet a Bajêr ji bo vekirina rêya 222 wargehan dixebitin. Li bajêr qalindahiya berfê derkete 4 mêtroyan.

Bitlis 

Umît Kurtkanê Midûrê Xizmetên Rê û Gihandinê yê Îdareya Taybet a Bajêr diyar kir ku rêya 13 wargehan ji ber berfê hat girtin.

Kurtkan destnîşan kir ku ji bo vekirina rêyên girtî xebatên xwe didomînin.

Mûş

Nîhat Rençberê Midûrê Xizmetên Rê û Gihandinê yê Îdareya Taybet a Bajêr diyar kir ku rêya 14 gundan hat vekirin.

Rençber destnîşan kir ku ji bo vekirina rêyên girtî bênavber dixebitin.

Ajokarên rêbeja Mûş-Bitlisê bi kar tînin ji ber mij û cemedê tengasiyê dikişînin.

Li Dêrxasê ji ber mij û cemedê Tirek û 3 texsî li hev qelibîn. 

Hişyariya cemed û aşîtê

Li gor daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 14an, tê texmînkirin ku li herêmê hewayê ewrayî be û li rojhilatê Vanê û Hakkariyê berfê bibare. Ber destê sibê û bişev cemed û hişkiyê çêbe dibe ku pûk rabe û mij bikeve.

Li herêmê germahiya hewayê ew ê bi qasî 2 û 4 pileyan zêde bibe, bayê ji aliyê bakur ra rabe.

Tê texmînkirin ku bi roj germahiya hewayê li Vanê 4, li Mûşê 6, li Hekarî û Bitlisê jî 3 pile be.

Rayedaran ji bo cemed û aşîtê hişyarî dan welatiyan ku bira baldar bibin û bê tevdîr nemînin.AA

Dîroka nûkirinê: 20 Çile 2020, 12:08
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE