Li Van, Bitlis, Muş û Hakkariyê rêya 55 tax û gundan girtî ne

Li Van, Bitlis, Muş û Hakkariyê rêya 55 tax û gundan girtî ne

 Li Van, Bitlis, Muş û Hakkariyê berf û bagerê rêya 55 tax û gundan girt.

Li Vanê ji ber berf, bager, sir û sermayê di çûyîn û hatinê da tengasî çêbû.

Li gor daxuyaniya ku ji Şaredariya Bajarê Mezin hat dayîn, li navenda bajêr û navçeyên wê berf û bagerê 22 taxan girt.

Ekîb ji bo vekirina rêyan dixebitin.

Berf û bagerê li Hekariyê rêya 7 gundan, li Mûşê rêya 6 gundan û li Bitlisê rêya 20 gundan girt.

Ekîbên berfê yên Îdareya Taybet a Bajêr, ji bo vekirina rêyan dixebitin.

Li Mûşê germa hewayê bişev heta 25 pileyî ket binê sifirê û qismekî Çemê Mûradê qerisî.

Mij û cemedê girt ser Çemê Mûradê û werdekên beyanî yên ku hatin herêmê, dîmenên xweş derxistin holê.

Di sir û sermayê da bi çatiyan va şembelîlkên dirêj çêbûn, daran qiravî girt.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE